Qeterê yekem nasnavê Kupaya Asyayê di dîroka xwede bi destxist

Qeterê yekem nasnavê Kupaya Asyayê di dîroka xwede bi destxist

WAAR_Duhok:

Tîma Qeterê ji bo cara yekê di dîroka xwe de nasnavê Kupaya Asyayê bidest xist.

Di Fînala Kupaya Asyayê ya 2019an dê  ya ku li Îmaratê tê listîn herdu tîmên Japan û Qeter hatin pêşberî hev û Qeter 3_1 biser Japonyayê de biserket û nasnavê Kupaya Asyayê bidest xist.

Golên tîma Qeterê ji alîyê her yek ji Alom’z Elî, Ebdu’ezîz Hatim, Ekrem Efîf li xulekên (12, 27, 83) hatin tomarkirin û gola tîma Japanê li xuleka (69) ji alîyê Takomo Mînamîno ve hat tomarkirin.

Tîma Qeterê di pêşbazîya Kupaya Asyayê de 19 gol tomarkirin û tenê yek gol xwar û lîstkvanê wê Alom’z Elî bi 9 golan bû golkarê Kupaya Asyayê .

Babetên bi vê mijarêve girêday