Qedexe dan ser Chelseayê

Qedexe dan ser Chelseayê

WAAR_Duhok:

Yekîtiya Federasyonên Fitbolê ya Navneteweyî (FÎFA) qedexeya transferê da ser Chelseaya taxima Îngiltereyê.

Di daxuyaniya FÎFAyê da hat gotin ji ber ku Chelseaya taxima Îngiltereyê di transfera gogbazê ji 18 salî piçûktir da rêgez îxlal kiriye ji bo 2 heyaman cezayê qedexeya transferê dan ser taximê.

FÎFAyê wekî mayîn 600 hezar frangê Swîsreyê ceza da ekîba Londrayê ya ku xwediyê wê Roman Abromovîchê milyarderê Ûris e, 510 hezar frangê Swîsreyê ceza jî da Federasyona Fitbolê ya Îngiltereyê.

Cehelseaya ku Maurizio Sarriyê direktorê teknîkî yê ji Îtalyayê rêva dibe ew ê îsal havînê û sezona piştî wê nikaribe gogbazên teze tevlî taxima xwe bike.

Babetên bi vê mijarêve girêday