Projê alîkarîya Amerîka ji bo Herêma Kurdistanê hat ragihandin

Projê alîkarîya Amerîka ji bo Herêma Kurdistanê hat ragihandin

WAAR_Duhok:

Projê alîkarîya Amerîkayê jibo Herêma Kurdistanê îro hat ragihandin û serperşitê projey jî dibêje: Proje yê giştgîre komeka projeyên sitratîjî bixweve digire.
Îro serê sibehê projeyê alîkarîyên Amerîkayê ji bo Herêma Kurdistanê bi berhevbûna Balyoz û Konsolê Amerîkayê û rêkxistina USA ya Amerîkî li civata Wezîrên Herêmê hat ragihandin û Qubad Talebanî cîgirê Serokwezîrê Herêmê ragihand; Hikumeta Herêma Kurdistanê li ser çaksazîyên xwe berdewame û çavdêrî û alîkarîya Amerîka jî bo çaksazîyên Herêmê dê gaveke baş be ji bo derbazkirina vê rewşê.
Doglas Sîlîman balyozê Amerîkayê jî li Îraqê ragihand; Waşinton piştevana Hikumeta Herêma Kurdistanî ye û piştevanîyê li Hewlêr û Bexdayî diken ku hemû kêşeyên xwe çare biken.
Got jî: Ev proje dê rê li hederdana pereyî û gendelîyê bigire û xizmeteka herî mezin pêşkêşî welatîyan bike.
Ji alîyê xweve Con Lîster serperşitê projey got: Proje yê giştgîre û di çendîn biwaran da ji komeka projeyên sitratîjî pêkhatîye ku rastewxwe dê bikevin di xizmeta xelkî da.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.