Pompeo: Îran ji êrîşa ser keştiyên neftê berpirsyare

Pompeo: Îran ji êrîşa ser keştiyên neftê berpirsyare

WAAR_Duhok:

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo derbarê êrîşên li ser keştiyan axivî û aşkere kir ku ew Îranê weke berpirsyarê êrîşa ser keştiyên neftê dibînin.

Mike Pompeo di preskonferansekê da li Washingtonê axivî û got: “Ligor zanyariyên me Îran ji êrîşa îro ya bo ser keştiyên neftê li deryaya Ummanê berpirsyar e.”

Herwiha Pompeo Îran weke gefek mezin bo ser ewlehiya cîhanê bi nav kir û diyar kir ku Îran gef e bo ser guhastina deryayî.

Mike Pompeo ji ser rûpela xwe ya twitterê jî Îran tohmetbar kiribû derbarê wan êrîşan da û wiha nivîsandibû: “Ew êrîş gef in bo ser aştî û ewlehiya navdewletî, êrîşeke aşkere ye bo ser azadiya guhatistna deryayî û bilindkirina asta aloziyan e ji aliyê Îranê ve û ew yek jî nayê qebûlkirin.”

Babetên bi vê mijarêve girêday