PKK: Kurd ji alîyê cîhanê ve tên bikaranîn û xapandin

PKK: Kurd ji alîyê cîhanê ve tên bikaranîn û xapandin

WAAR_Duhok:

PKKê ragehand: Amerîka, Rûsya û Ewropayê Kurd xapandin pêdivî bû HSDê zûtir berê xwe daba Dîmeşqê.
Hevserokê Konseya Rêvebir a KCK Cemîl Bayik bo medyayên PKKê ragehand: Amerîkayê berîya vekêşana hêzên xwe ji ser sinorê bakur û rojavayê Kurdistanê jî xîyanet li Kurdan kir, dema ji bilî rêkeftinên serbazî dan bi Rêveberîya Xweser neday û bi wî rengî şer’îyet daye êrişa Tirkîyê.
Got jî: Rûsya jî heman helwest hebû, lê ya ji hemûyan duruytir, Ewropa ye, ya ku ji alîyekî ve rêkeftinên aborî li gel Tirkîyê girê dide ji alîyekê din jî ve di daxuyanîyan da piştevanîya xwe bo Kurdan radigehîne.
Li hember wê jî Bayik ragehand: Rêkeftina HSDê û Rijêma Sûrî gelek giringe û pêdivî bû zûtir hatiba kirin, çûnkî çi caran HSDê daxwaza parçebûna ji Sûrîyê nekirîye.
Li dawîyê jî Cemîl Bayakî bang li kurdên rojava û bakurê Kurdistanê kir û got: Bila qurbanî bihêne dan, her çend êriş dijwar jî bin, ya giring tenê ewe kurd mal û gundên xwe çol neken, ji ber ku sîyaseta Enqereyê hem li Sûrîyê hem jî li Tirkîyê hemane, li bakur Kurdan bombebaran dike û dike stûyê kurdên Rojava.

Babetên bi vê mijarêve girêday