Piyong Yang: Amerîka dê di deryayeka agirî de niqûm bibe

Piyong Yang: Amerîka dê di deryayeka agirî de niqûm bibe

WAAR_Duhok:

Hikumeta Korya Bakor gefên tund li Amerîkayê kirin û ragihand: Ew welat dê di deryayeka Agrî da nqûm bibe.
Rojnameya Rodong ku zmanhalê Parta Karkeran a destheladar li Korya Bakore, gotarek bi navê ” pêdivîye Amerîka sîyaseta xwe ya djiminkarî biguhore” belav kir û têda gefên tund li Amerîkayê kirin û ragihand: Ger Waşinton sîyaseta xwe ne guhere dê bê jinavbirin.
Di berdewamîya wê gotarê da hat; Amerîkayê ji sedema dawî biryara sepandina sizayan li ser pirogramê Etomî ê Piyong Yang, dê di deryayeka Agrî da nqûm bibe.
Ev di demekê da ye ku duh civata asayşa nêvdewletî li dijî têstên moşekî ên rjêma Korya Bakor dengdan li ser projeyasaya Amerîkayê a zêdekirina sizayên li ser Piyong Yang daye û bi piranîya dengan ew pirojeyasaye pesend kirye.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *