Piştî erdheja navenda herêma Kurdistanê, Tirkîye dest bi alîkarîya kir

Piştî erdheja navenda  herêma Kurdistanê, Tirkîye dest bi alîkarîya kir

WAAR_Amed:

Piştî erdheja navenda  herêma Kurdistanê Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Ibrahîm Kalin amadebûna welatê xwe bo pêşkêşkirina hemû cure alîkariyan bo Herêma Kurdistanê ji ber erdheja ragihand.

Ibrahim Kalin piştî erdheja bi hêz a ku li herêmêma Kurdistanê çê bû, di peyameke twitterî de hevxemiya xwe nîşan da. Ibrahîm Kalin li ser hesaba xwe ya Twitterê ragihand: ”Ji ber sedema erdheja ku li bakurê Iraqê rû daye, AFAD, Heyva Sor û hemû yekîneyên me yên din ji bo çalakiyên lêgerîn û rizgarkirinê, derman, betanî û alîakriyên din ên mirovî di amadebaşiyê de ne.” Serokwezîrê Tirkîye Bînalî Yildirim di gotara xwe de dîyarkir, Tirkîye eşa we erdehejê li dile xwe de hest kirine û wiha berdewam kir: ”Jibo em li gel biryaen xwe yen ji ve erdehejê zirar dîtîn me amadekearîyen xwe pekanîne. Tîmen heyva sor û alîkarîyan berev Sîlemanîye rekeftîne. Çi pevîst be em amadene jibo alîkarîyan.” Cihgirê serokwezîre Tirkîye Recep Akda» jî dîyarkir heyva sor ya Tirkîye 3 hezar xîbat u 10 hezar betanîye u metbaxa seyar ya jibo xwarine hatin veguhastin jibo herêma erdheje. Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê Ahmet Demircan jî tekezî li ser amadebûna Tirkiyê bo pêşkêşkirina alîkariyan bo Herêma Kurdistanê kir. Ahmet Demircan got: ”Li gorî daxwazên ku ji Bakurê Iraqê ve bihên, me her cure amadekariyeke xwe kiriye, em li bendê ne. Tîmên saxlemîye ambulans li gel 316 bijîşk u karmenden saxlemîye amadene.” Her wiha timen xilaskirine ji Enqerê bi firokeyeka leşkerî berev Sîlemanîye rekeft.

Erdheja bihêz Başûrê Kurdistanê, Rojhilatê Kuridstanê û Îranê, Bakur û Rojavayê Kurdistanê, Iraq û Kuweyt hejandibû.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.