Piştî destpêkirina êrîşa hêzên Îraqê li ser Hewîce berpirsên mezin yên Daişê ev dever bi cih hiştin

Piştî destpêkirina êrîşa hêzên Îraqê li ser Hewîce berpirsên mezin yên Daişê ev dever bi cih hiştin

 

Waar –Duhok:

Supayê Îraqê li devera Fethe êrîşeka berfireh bo kontrolkirina deverdarîya Hewîce û nawçe û gundên derdor destpêkirin û heta niha karibun pêşveçûnê bikin.

Jêderên agehdar li wê deverê ragîhandine: hêzên supayê Îraqê şkarîne heta niha gundê Ezirban yê ser bi navçedarîya Rîyaz kontrol bikin berbi çend deverên din pêşketinê bikin.

Dîsan li gorî jêderên agehdar terorîstên Daişê bangewazî çekdarên xwe li sînorê Kerkûk û Daqoq kirine ku bi hewara Hewîce biçin, ji ber ku ketine jêr fişarên mezin yên hêzên Îraqî.

Piştî destpêkirina êrîşa berfireh ya hêzên emnahîya Îraqê bo rizgarkirina navçedarîya Hewîce, niha mezine terorîst û emîrên Daişê bi taybet yên bîyanî wê deverê bicîh dihêlin û direvin.

Li gor pêzanînên çend jêderan, piştî êrîşa hêzên Îraqî ji devera Feteh destpêkirî û berbi Hewîce çûne û berpirsên mezin yê terorîstên Daişê ji Hewîce direvin.

Her li gor pêzanînan ew berpirsên mezin ê terorîst zêdetir berbi deverdarîya Şirgat û parêzgeha Mûsilê direvin.

Babetên bi vê mijarêve girêday