Pirsa Kurdan li Sûrîyê ne girêdayî Tirkîyê ye

Pirsa Kurdan li Sûrîyê ne girêdayî Tirkîyê ye

 

Waar–Duhok:

Cîgirê wezîrê derve yê Rûsya hişyarîya parçebûna deverê da û rexneyên dijwar li hevdijîya Tirkîyê li ser pirsa Kurdî girtin.

Mîxaîl Bugdanov, nûnerê serokê Rûsya ji bo rojhilata navîn û bakurê Afrîqya, rexne li hevdijîya helwestê Tirkîyê li hemberî pirsa Kurdî girtin û ragîhand; pirsa Kurdan li bakurê Sûrîyê ne girêdayî Tirkîyê yan Rûsya ye, belku girêdayî gelên deverê ye ku pêwîste li ser bingehekê destûrî û yasayî bê çare kirin.

Herwesa got: Enqere li alîyekî piştevanîya herêma Kurdistanê dike û li alîyêdin ve jî rojavayê Kurdistanê ret dike.

Bugdanovî hişyarî jî da û ragîhand; her dema yekalîkirin û çarekirina pirsgirêkên deverê serneket, senaryoyên parçebûnê bo deverê hene.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.