Peyama serxweşiya Serok Barzanî ya ji bo koça dawî ya Şêx Osmanê Sîrê

Peyama serxweşiya Serok Barzanî ya ji bo koça dawî ya Şêx Osmanê Sîrê

WAAR_Amed:

Bi boneya koça dawî ya kesayeta olî û civakî Şêx Osmanê Sîrê Serok Mesûd Barzanî peyamekî serxweşiyê pêşkêşî malbat û hemû xizm û nas û dostên wî kir.

Peyama Barzanî wihaye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Malbata rêzdarê Şêx Osmanê Sîrê

Bi mixabiniyê ve nûçeya koça dawî ya kesayetiyê niştimanperwer û navdarê olî û civakî, cenabê Hacî Şêx Osmanê Şêx Abdulqadrî Babê Şêxê Sîrê gihîşt me.

Bi vê helkefta xemgîn da, pirse û serxweşiyê pêşkêşî we yên birêz û hemû xizm û nas û dostên we dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim.

Ji xwedayê mezin lava dikim giyanê cenabê Şêx Osman bixe ber dilovaniya xwe û hedarê bide hemû aliyek.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
22.11.2019

Babetên bi vê mijarêve girêday