Perlemanê Îraqê li dor budcey komdibe

Perlemanê Îraqê li dor budcey komdibe

WAAR_Duhok:

Civata Nûnerên Îraqê îro komdibe û piroje qanûna  2018ê ya budceya Îraqê gotûbêj dike.
Serokatîya civata Nûnerên Îraqê ragihand; Îro Selîm Ciborî serokê civatê di gel serok frakisyonên perlemanî kombûye û bas li mîkanizmekê ji bo derbazkirina projê budceyî kirîye daku di rûniştina îro da, xwandina yekê ji bo bê kirin.
Diyar jî kirye di rûniştina îro de her yek ji proje qanûnên helbijartinên civata Nûneran û proje qanûna civata Parêzgehan dê bên gotûbêj kirin.
Eve di demekî daye ku projeya budcê ta niha bi egera nerazîbûna Kurd û Sunneyan nehatîye derbaz kirin û herdu alîyan ragihandîye, ta têbînyên wan nehên rastvekirin, ew pişikdarî çi rûniştnên taybet bi budceyî nabin.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.