Pentagon: Îran mezintirîn gefe li ser seqemgirîya deverê

Pentagon: Îran mezintirîn gefe li ser seqemgirîya deverê

 

Waar–Duhok:

Berpirsê fermandarîya navendî ya supayê Amerîka li hemberî lijneya hêzên çekdar li civata pîran got, Îran mezintirîn gefe li ser seqamgîrîya Rojhilata Navîn.

Jeneral Cozêv Votêl, berpirsê fermandarîya navendî ya supayê Amerîka ragîhand: Tehran hewlên parastina rejîma Sûrîyê dike û deverên şîe nişîn bo wê armancê bikar tîne.

Got jî: Îran mezintirîn gefe li ser seqamgîrîya Rojhilata Navîn û Amerîka rûbrûyî hêzên tagirên Îranê dibe li deverê.

Li ser karên Îranê di Kendava Erebî da, berpirsê fermandarîya navendî ya supayê Amerîka ragîhand: çi welatekî karên wekî Îranê di avên Kendavê da nekirîne.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *