Pêntagon: Hêzên me dest di gel teqîna baregehên Heşdê nîne

Pêntagon: Hêzên me dest di gel teqîna baregehên Heşdê nîne

WAAR_Duhok:

Wezareta Bergirîya Amerîka Pêntagonê careka din red kir wan dest di gel teqîna kogehên çek û teqemenyên Heşda Şe’bî li Îraqê heb.
Pêntagonê di beyanekê da ragihand; Hêzên Amerîka çu êriş û bombebaran li ser kogehên çekê Heşdê li Îraqê nekirîne, ewa niha behis jê tê kirin şaşîye û ew şermizar dikin.
Pêntagonê di beyana xweda dupat kir ku Amerîka piştevanîyê li serwerîya Îraqê dike.
Rojên borî hejmareka êrşan li ser baregeh û kogehên çek û teqemenîyên Heşda Şe’bî li Îraqê hatin kirin û ta niha bi dirustî eşkera nebûye kî wan êrşan dike lê hemû boçûn bo wê yekê diçin ku Israîl wan êrşan dike jiberku wan bi mîlîşyayên îranî bi nav dike.

Babetên bi vê mijarêve girêday