Pêleka baranê herêma Kurdistanê vedigire

Pêleka baranê herêma Kurdistanê vedigire

 

Waar–Duhok:

Rêveberîya giştî ya seqanasî a herêmê ragîhand; her ji roja Şembîya bê, pêleka baranê dê herêma Kurdistanê vegire û heta roja Sêşembê wê berdewam be.

Di ragîhandinekê da, rêveberîya giştî ya seqanasî û erdhejan ya herêmê dîyar kirîye, pêşbînî tê kirin, her ji roja Şembîyê, herêm dikeve bin pêleka bayê deryaya naverast û deryaya sor û wê bibe egerê baran barînê li parêzgehên herêmê.

Daye zanîn jî ku pêşbînîya barîna 15 milîmên baranê li nav bajaran û 25 milîman li deverên çîyayî heye û heta roja Sêşembê, karîgerîyên wê pêlê dê berdewam bin.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.