PDK: Xîyanetê xebata gelê me xist ber metirsîyê

PDK: Xîyanetê xebata gelê me xist ber metirsîyê

Serkirdatiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi serokatiya Mesûd Barzanî îro civiyabû. Piştî civînê PDKê daxuayniyek weşand.

Partiya Demokrata Kurdistanê derbarê rewşa Herêma Kurdistanê piştî êrişên Heşda Şeibî û Artêşa Iraqê de daxuyaniyek belav kir û ragihand bi nirxandineke rasteqî rewşa Kurdistanê hesas e.

“BÛYERÊN KERKÛKÊ JI BER XIYANETA PARTIYEKE KURDISTANÎ QEWIMΔ

Herwiha PDKê ragihand ku ew tiştê ku di 16ê Cotmehê de li Kerkûkê qewimî, “ji ber xiyanet û rêkevtina jêr bi jêr a çend kesên di nava partiyeke Kurdistanî de çêbûye” û tekez kir ku berpirsên wê partiyê jî di daxuyaniyên xwe bi zelalî ew xeyanet qebûl kiriye.”Di berdewamiya daxuyaniyê de hat teqezkirin ku “di encama êrişên Heşda Şeibî û Artêşa Iraqê de bi dehan hezaran malbatên kurd, ereb û tirkmen ji Kerkûk, Xurmato, Xaneqîn û navçeyên derdora wan aware bûne û bi sedan kes jî şehîd û birîndar bûne.”

“EREBÎKIRIN NASNAMEYA HERÊMÊN NAKOK NAGUHERÎNE”

Li ser mijara herêmên nakok jî wiha hat gotin:  “Ewa ku bi xwînê û xebata

çendîn salan bi destê kurdan ketibû, bi xiyanet û rêkeftina çend kesan û di nava çend saetan de ket ber metirsiya bi hederdanê, her çend ku bi wê planê û siyasetê nasnameya wan navçeyan nayê guhertin û her weke ku çawan berê siyaseta bi erebkirinê serkeftî nebûye, ji niha pê ve jî serkeftî nabe.”

“KURDISTAN DI QONAXAEKE HESAS DE YE”

Serkirdatiya PDKê destnîşan dike ku rewşa Kurdistanê hesas e û daxwaz ji hemû alî û hêzên Kurdistanî dike ku hest bi berpirsatiya niştimanî û neteweyî bikin û di asta vê qonaxa hesas de bin û berevaniyê li Kurdistanê bikin.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.