PDK û YNK li vê heftîyê projeya xwe radigehînin

PDK û YNK li vê heftîyê projeya xwe radigehînin

WAAR_Duhok:

Biryare li vê heftîyê mektebên sîyasî yên PDKê û YNKê bicivin û projeyê xwe yê pişikdarîyê di hikumeta Îraqê de rabigehînin.
Li goreyî agehîyên WAARê projeya hevpişika PDKê û YNKê li dor pêkînana şandeka Kurdistanî ye bo pişikdarîkirinê di hikumeta Îraqê de, herwisa pakêca herdu alîyane bo gerentîkirina mafên distûrî û qanûnî yên Herêmê û piştî di civina vê heftîyê ya herdu mektebên sîyasî de tê pesend kirin, dê wî projey pêşkêşî hemû alîyên Kurdistanê biken.
Pêştir Mehmûd Mihemed peyivdarê PDKê ragihand bû wan daxwaz ji hemû alîyan kirîye bi hevra weke yek şand û lîst biçine Bexdayê û gotûbêjên pêkanîna hikumetê biken û niha jî wan projeyek heye û dixwazin hemû aliyên kurdî têbînîyên xwe li ser bibêjin.
Hevdem Mela Bextîyar berpirsê desteya kargêrî ya mekteba sîyasîya YNKê jî ragihand bû; PDK û YNK dê bi hevra biçine Bexdayê û wan pê başe alîyên din yên Kurdistanî jî pişikdarî şanda wan bibin, ji berku niha demê ferizkirina çi mercan nîne.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.