PDK û YNK îro li ser Kerkûkê dicivin

PDK û YNK îro li ser Kerkûkê dicivin

WAAR_Duhok:

Partiya Demokrat ya Kurdistanê û Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê  li ser destnîşankirina parêzgarê nû yê Kerkûkê dicivin.

Li gorî agahiyên peyamnêrê WAARê şandên bilind yên PDK û YNKê dê îro li Hewlêrê li ser destnîşankirina parêzgarê nû yê Kerkûkê bicivin.

Di civînê de dê li ser pêkanîna hikûmeta nû jî were axaftin.

Şanda PDKê bi serokatîya Mesrûr Barzanî raspardîyê pêkanîna hikumetê, ta niha digel tev aliyên ku pişikdarî hikumetê dibin civîn pêkanîne, CV yên wezîran jî wergirtîne.
Civîna îro ya digel YNKê jî bo yekalîkirina parêzgerê Kerkûkê ye, piştî rêkkeftina herdu alîyan li ser wê pirsê hatîye ragehandin.

Babetên bi vê mijarêve girêday