Partîyên Kurdistanî wê di hilbijartinên serokkomarîyê de piştgiriya Demirtaş bikin

Partîyên Kurdistanî wê di hilbijartinên serokkomarîyê de piştgiriya Demirtaş bikin
WAAR_Amed:
Tifaqa Kurdistani ya ku ji bo hilbijartinan hatî avakirin û ji 4 partî û hereketa (Hereketa Azadî, PAK, PSK, PDK, ) pêktê bi daxuyanîyeke niviskî eşkere kir ku wê piştgiriya kê bikin.
Di daxuyanîyê de hat destnişankirin ku li gel her tiştî wê Di hilbijartinên serokkomarîyê de piştgiriyê bidin Silhedin Demirtaş, belê di hilbijartinên parlementoyê de her partî an jî kes azade dengê xwe bide kê.
Di daxuyanîyê de wiha tê gotin.”Li gel hemû şaşî û kêmasiyên wî jî di hilbijartinên serokkomariyê da emê dengên xwe bidin Selaheddîn Demirtaşê ku di rewşeke mexdûr da ye. Selaheddîn Demirtaş, di deklarasyona xwe ya hilbijartinê da cîh nedaye dîtinên Tifaqa Kurdistanî ya Hilbijartinan yên di derbarê çareserkirina meselaya Kurd û Kurdistanê. Cîh nedaye maf û azadiyên miletê kurd yên netewî û demokratîk . Ev yek ji bo me û ji bo pêkanîna daxwazên gelê me weke kêmasiyeke mezin derdikive pêş. Lê belê Selaheddîn Demirtaş namzedekî serokkomariyê yê girtî ye. Selaheddîn Demirtaş kampanîya hilbijartina serokkomariyê di rewşeke newekhev û di girtîgehê da dimeşîne, mecbûrî vê yekê bûye. Em mexdûrkirina Selaheddîn Demirtaş ya bi vî rengî qebûl nakin û diyar dikin ku ev yek li dijî normên hûqûqî ye. Di hevpeyvîneke nivîskî ya bi Selaheddîn Demirtaş ra hatiye kirin da,
Demirtaş li ser biserneketina hevdîtinên di navbeyna Tifaqa Kurdistanî û HDPê da gotiye: “Ya rast, ez xemgîn bûm. Gerek HDPê ev tifaq miheqeq bikira. Lê belê divê meriv dev jê bernede. Yekîtiya di navbeyna kurdan da ne bes bi hilbijartinanve girêdayî ye. Ev yek ji bo azadiya gelê me mecbûrîyeteke tarîxî ye. Hemû partiyên me di vî warî da divê xwedî helwesteke fedekarane bin. Di adara 2019a da ewê hilbijartinên mehelî çê bibin. Heta wê demê divê miheqeq tifaqeke xurt çê bibe û hemû hêzên kurd divê di wir da werin temsîlkirin.”
Em van gotinên Demirtaş giring dibînin.
Li ser pirsa HUDAPARê jî gotiye: “Bi îdareya HUDAPARê ra di demên buhurî da ji ber kêmbûna diyalogê hin problem çebûn. Gelê kurd dixwaze êş û şaşîyên di tarîxa xwe ya nêz da rûdane çareser bike û di nava xwe da aştiyê pêk bîne, vêya arzû dike.”
Ev gotinên Selaheddîn Demirtaş jî muhîm in. Her wisa Selaheddîn Demirtaş banga agirbestê li PKKê kir, xwest mesele bi rêyeke aştiyane û siyasî çareser bibe, piştgiriya xwe ya di vî warî da bi lêv kir. Divê Selaheddîn Demirtaş li gorî van dîtinên xwe hereket bike, di xebatên xwe yên hilbijartinan da li gorî van dîtinên xwe tev bigere û cîh bide daxwazên gelê me yên netewî û demokratîk. Di nava namzedên serokkomariyê da Selaheddîn Demirtaş li nasnama xwe ya kurdîtiyê xwedî derdikve. Em vê jî digirin ber çavan. Ji ber van sedeman , li gel hemû şaşî û kêmasiyên heyî jî di hilbijartinên serokkomariyê da emê dengên xwe bidin Selaheddîn Demirtaş.
Di hilbijartinên parlamentoyê da endam û alîgirên me azad in. Em di wê bawerîyê de ne ku, di hilbijartinên Parlamentoyê yên 24ê Hezîranê da, endam û alîgirên me ewê bi hesasiyetên netewî û bi hişmendiyeke Kurd û Kurdistanî dengên xwe bidin. Bi van bîr û bawerîyan di hilbijartinên parlamenteriyê da em endam û alîgirên xwe serbest dihêlin. Heger hilbijartina serokkomariyê bimîne tûra duyemîn, emê berjewendiyên gelê kurd yên netewî- demokratîk û pêwîstîyên ji bo pêkanîna azadî ,demokrasiyê û edaletê bidin ber çavan; û li gorî taahudên ku em ji namzedan bigirin emê hereket bikin. Emê hewil bidin ku li gorî vê perspektîfê bi dor û bereke fireh re biryareke hevbeş bidin.”
Ji aliyê din ve ji ber çî dengê xwe nadin van berbijêrên din yên serokkomarîyê jî wiha tê gotin. “Hukûmetên AK Partîyê û Erdogan ji sala 2002an û vir da di meseleya demokrasîya Tirkîyeyê û di mesela Kurd da hinek gavên girîng avêtin. Lê belê di van salên dawî da Erdagan û partiya wî bi xwe dev ji vê siyasetê berdan û dîsa vegeriyan ser siyaseta Dewleta Tirkîyeyê ya kevn û em bi îbret li vê sîyaseta AKPyê temaşe dikin. Serokkomar Erdogan û hukûmeta AK Partîyê, piştî ku hewildana darbeya 15ê Temûzê şikest xwar, bi îlankirina rewşa awarte û bi qerarnameyên di hukmê qanûnan da dengê muxalifan dibire, kesên wek wan nefikirin ji kar derdixe, birçî dihêle.
Desthilatdarîya AK Partîyê meseleya Kurd wek meseleya “terorê” dibîne; têkoşîna gelê me ya ji bo maf û azadîyan ya aştîyane û daxwazên kurdan yên esasî ji bo “beka dewletê” wek gefekê dibîne. Ji têkçûna ‘’pêvajoya çareseriyê’’ û vir de AK Partîyê daxwazên demokratîk û çareseriya siyasî tune hesibandiye. Temama siyaseta xwe li ser pîvanên ewlekarîyê dimeşîne.Ev du sal in AK Partîyê li ser meseleya kurd de , di çarçeweya maf û azadîyan da yek gotin negotîye. Ji xeynî vê ve pişta xwe spartîye operasyonan û pesindarîya jimarên kuştîyan dike.Dewleta Tirkîyeyê bi ziman û uslûba xwe ya heqaretwarî ya li dijî Kurdistana Federe û li ser referandûma serxwebûnê, di hest û dilê gelê me da birînên kûr vekirin.Ev bêtehamulî û helwesta hukûmeta AK Partîyê û ya Erdogan ya li hemberî gelê me, dnava kurdên ku dengên xwe didin AK partîyê da ji bû sebebê nerazîbûnê . Wan gotinên Erdogan yên digotin “vana ji xwe nizanin dewlet çiye, heger em waneyê bigrin ewê îşê wan biqede”

 

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.