Partî salvegera Yekêtîyê pîroz kir

Partî salvegera Yekêtîyê pîroz kir

WAAR_Duhok

Mekteba siyasîya Partîya Demukrata Kurdistanê 42emîn salvegera damezrandina Yeketîya Nîştîmanîya Kurdistanê pîrozkir.
Partî di peyameka xwe de dupatî li hevpeymanîya dinavbera xwe û Yakêtyê û aliyên din de ji bo gehiştin bi serixwebûnê kiriye û got; Rêkxistin û çaksazî di Hikumeta Herêmê de stûna serkeftina geşeya Aborî ye.
Herwesa daxwaz ji Yekêtiyê kir, salvegera damezrandina xwe biket westgehek û handerek bû xebata Niştîmanî jibo serxistina proseya referandomê ji pêxemet serixwebûna Kurdistanê.
Mekteba siyasîya Partî gotjî; Tebay û hevpeymanîya di navbera Partî û Yeketyê û hemû aliyên din ên Kurdistanî de, rêyeka rast û diruste jibo dîtina derfet û karkirinê jibo jinavbirina her astengeka li ser wê rê may.

Babetên bi vê mijarêve girêday