Parlamentoya Iraqê biryara Referandomê red kir

Parlamentoya Iraqê biryara Referandomê red kir

WAAR_Duhok:

Parlamentoya Iraqê li dijî encamdana referandoma Herêma Kurdistanê deng da û red kir ku referandom bê pêkanîn.

Hate ragihandin ku Parlamentoya Iraqê di rûniştinekê de li dijî referandoma serxwebûna Kurdistanê biryar da û qebûl nekir ku referandom pêk bê.

Mijara referandomê li ser daxwaza 80 parlamenteran hat rojêve û di parlamentoyê de hat nirxandin. Herwiha di encamê de jî biryara pêkanîna referandomê nehat qebûlkirin.

Parlamenterên kurd jî rûniştina parlamentoyê botkot kirin.

Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî jî got: “Beşdarbûna navçeyên nakok bo referandomê pirsgirêkan kûrtir dike.”

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *