Osman Baydemîr Piştgirîya parta xwe ji bo Referandoma serxwebuna Kurdistanê dupat kir

Osman Baydemîr Piştgirîya parta xwe ji bo Referandoma serxwebuna Kurdistanê dupat kir

WAAR_Amed:

Baydemîr piştî li navenda HDPê Perlamenterê Amedê Îmam Taşçier û endama HDPê Fatma Kurtulanê hevdîtinek şandeya Piştgiriya Referandûma Serxwebûna Kurdistanê re pekanî daxuyanîyek belavkir.

Baydemîr got di civînê de derbarê piroseya referandoma serxwebûnê de gotûbêj hatin kirin û ji bo selahiyeta vê piroseyê delîveyên hevpar hatin gengeşekirin.

Baydemîr, hizr û ramana partiya me ya derbarê referandomê de dupat kir û wiha got: “Jixwe nêrîna HDPê ya derbarê vê referandûmê de tê zanîn. Em îro cardin nêrîna HDPê dubare dikin û ew nêrîn jî wek piştevaniya piroseya referandoma serxwebûna Kurdistanê ye. Mafê tayînkirina çarenûsa xwe, mafê her gelekî ye û ev jî şîrê dayika wan, li wan helal û pîroz e. Em wek HDPê û kurdên Bakurî, em ê her bibin alîkar ku xwîşkûbirayên me bigehên mafên xwe yên esas. Em wek HDP bangî hemû xwîşkûbirayên xwe dikin da ku li Rojhilata Navîn pirsa kurd din av aramiyê de bête çareserkirin û xalên hevpar di navbera hizbên siyasiyên kurd de pêk were pirsgirêk were çareserkirin.

Baydemîr derbarê piroseya li Başûrê Kurdistanê de diqewime û rewşa pêkanîna Kongreya Newteweyî de jî Hestên xwe wiha dîyarkir: “Em daxwaz û pêşniyaz dikin ku rojek berê rojekê, xebata amadekirina Kongreya Neteweyî pêk were. Ku Kongreya Neteweyî pêk were dê mişkulat zûtir werin çareserkirin.

Baydemîr derbarê rewşa parlamena Kurdistanê de jî daxwaza çalakkirina parlamenê kir û gotina xwe wiha berdewam kir: “Em wek rêxistina Bakurî pêşniyaz û daxwaz ji xwîşkûbirayên xwe yên Başûrî dikin da ku parlamen rojek berê rojekê bête vekirin. Eger prose bi vî rengî bimeşe wê bêhtir bala hemû cîhanê bikêşe ku referandûm li ser zemîneya îradeya gel dimeşe.

Baydemîr derbarê hevdîtinê kêfxweşiya xwe anî ziman û banga gurkirin û qewîkirina gotûbêj û guftûgoyan di navbera hizbe siyasiyên kurd kir u got Referandûma Başûrê Kurdistanê ne li dijî ti gelî ye. Ne dijminatiya gelê tirk, ereb û farsan e. “

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.