NYyê bertek nîşanî êrîşên li Îdlibê da

NYyê bertek nîşanî êrîşên li Îdlibê da

WAAR_Duhok:

Alîkarê Kordînatorê Alîkariyên Însanî yên Seba Sûriyeyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Mark Cutts, bertek nîşanî êrîşên rejima Beşar Esed da û xwest ku êrîşên sivîlan dixin hedef bi dawî bibin.

Cutts daxuyaniya nivîskî da û diyar kir ku rejima Esed û piştgirên wê di nav sînorên Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê da êrîşên ser sivîlan didomînin.

Cutts destnîşan kir ku rejim û piştgirên wê duh êrîş birin ser navçeyên Îdlibê yên Marratînnûman û Seraqîbê û bi dehan sivîl kuştin, ev êrîş di nav êrîşên demên dawîn da êrîşa herî bixûnî ye.

Cutt wiha got: “Piraniya qurbaniyên êrîşê jin û zarok in. Di nav kesên kuştî da xebatkarên lêgerîn û xelaskirinê jî hebûn. Cesedên wan perçe perçe bûbûn. Ekîbên xelaskirinê bê navber dixebitin ku kesên binê enqazan derxin.”

Cutts xwest ku êrîş demildest bisekinin, tu hinceta lêxistina sivîlan û binesaziyê nabe.

– Rewşa li “Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê”

Rûsya û rejima Beşar Esed di nav sînorên Herêma Kêmkirina Rageşiyê da duh êrîşên esmanî biribûn ser navçeyên Marratînnûman, Seraqîb, Bidama, Kefrenbîl û Keferrûmayê û di êrîşan da 50 sivîl hatibûn kuştin.

Bajarê Îdlibê ku dikeve bakurê rojavayê Sûriyeyê, hema bêje ji destpêka şerê navxweyî heta niha weke keleha mixalifan e. Vê gavê bi koça navxweyî va nifûsê Îdlibê derketiye 4 milyonî. Navenda bajêr di adara 2015an da ketibû destê mixalifan. Îdlib di nav bajarên ku herî zêde dibin hedefa rejimê da ye.

Tirkiye, Rûsya û Îranê di civîna Astanayê ya 4-5ê gulana 2017an da Îdlib û derdora wê weke “Herêma Kêmkirina Rageşiyê” îlan kiribû. Piştî êrîşên hêzên rejimê Tirkiye û Rûsya ji bo herêma navborî li ser mitabaqateke din li hev kiribûn.

Rejim bi alikariya piştgirên xwe va digel mitabaqata ku di 17ê îlona 2018an da li Soçiyê hat îmzekirin, êrîşên xwe didomîne. Dema ku Tirkiye, Rûsya û Îranê di 25-26ê Nîsanê da li Nur Siltana paytextê Qazaxistanê civîna 12emîn dikir, êrîş zêde bûn û ji wê demê heta niha dewam dikin.

Rejima Esed û piştgirên wê ji 17ê îlona 2018an vir va agirbest binpê kir û bi êrîşên xwe va 553 hezarî zêdetir sivîl ji cî warên wan kirin.

Tora Sûriyeyê ya ji bo Mafên Mirovan (SNHR) daxuyandibû ku Beşar Esed û piştgirên wê êrîşên ku di navbera 26ê nîsanê û 12ê tîrmehê da li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê kirin da 157 jê zarok, 111 jê jin bi tevahî 606 sivîl hatin kuştin.

Babetên bi vê mijarêve girêday