Nûçeyê girtina Necmedîn Kerîm hat redkirin

Nûçeyê girtina Necmedîn Kerîm hat redkirin

WAAR_Duhok:

Ofîsa rojnamevanî ya parêzgarê ji kar avêtî yê Kerkûkê Necmedîn Kerîm, nûçeya desteserkirina wî li Beyrûta paytexta Lubnanê red kir û ragihand, ev agahî ji rastiyê dûr e.

Daxuyaniya Nivîsgeha Medyayî ya Necmedîn Kerîm:

Çend kenalên ragihandinê wek her car û dûrî ji perensîpên karê rojnamegeriyê, nûçeyeke ne rast belav kir, ku Dr. Necmedîn Kerîm li Firokxaneya Libnanê hatiye girtin.

Em dixwazin ji hemû welatiyên Kurdistanê û bi taybet welatiyên Kerkûkê re tekez bikin, ev nûçe dûr e ji rastiyê û Dr. Necmedîn Kerîm ji bo karê asayî û dîplomatî derketiye derveyî welat û dê di hefteya bê de vegere Kurdistanê.

Hevdem, bi pêwîst dizanin bidin xuyankirin ku ev cure hewl ji bo şaşkirina welatiyan û şerpezekirina raya giştî ji kêşe û pirsgirêkên ku niha parêzgeha kerkûkê tê re derbas dibe ye.

Babetên bi vê mijarêve girêday