Nihênîya jiyana pîrika 105 salî xwarin û vexwarina siruştî ye

Nihênîya jiyana pîrika 105 salî xwarin û vexwarina siruştî ye

WAAR_Duhok:

Dîlber Karahana ku li navçeya Agiriyê dijî û 105 salî ye diyar kir, ji ber ku ew xwarin û vexwarina siruştî dixwe, her roj di heman wextî da radizê û radibe û kar û şixul dike, loma Xwedê emrekî dirêj kiriye nesîbê wê.

Karahan li gundê Kagniliya ku 25 kîlomêtre dûrî navçeya Taşlicayê ye dijî di sala 1914an da hatiye dinyayê. Dîlber Karahan di sala 1934an da bi Muhîttîn Karahan ra zewicî ye 7 keçikên wan çêbûne.

Piştî wextan 5 keçikên wan wefat kirine û çend sal in jî mêrê Dîlberê miriye. Piştî ku herdu keçikên wê jî mêr kirine, Dîlber li gund tena serê xwe di maleke du ode û salonekê da dijî.

Ji herdu keçikên wê 25 neviyê Karahanê hene û heta nevîçirkên xwe jî dîtine.

Karahanê got ku wê hê gopal nedaye destê xwe û ji ber ku ew xwarin û vexwarina siruştî dixwe loma ev qas li ser xwe maye.

 

 

Babetên bi vê mijarêve girêday