Neteweyên Yekbûyî bertek nîşanî biryara Amerîkayê ya ji bo UNRWAyê da

Neteweyên Yekbûyî  bertek nîşanî biryara Amerîkayê ya ji bo UNRWAyê da

WAAR_Duhok:

Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ew heyfa xwe li wê biryara Amerîkayê ya ku hemû alîkariyên darayî yên dida Ajansa Alîkariya Penaberên Filistînî ya Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) da sekinandin, tînin.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric li ser navê Sekreterê Giştî yê NYyê Antonio Guterres daxuyaniyeke nivîskî da û got: “Em heyfa xwe li wê biryara Amerîkayê ya ku hemû alîkariyên malî yên dida UNRWAya li herêmê ji bo îstiqrarê hewl dida û di xizmeta penaberên Filistînî da bû, da sekinandin, tînin.”

Dujarric destnîşan kir NY ji ber alîkarên ku Amerîkayê bi salane ji bo UNRWAyê dida kêfxweş bû û ragihand ku Guterres jî ji nûnerên vê ajansê bawer dike.

Di daxuyaniyê da Dujarric diyar kir ku Dîrektorê Giştî yê UNRWAyê Pierre Krahenbuhl ji bo bi qeyrana darayî ya rû bi rû man ra biçe serî gelek hewl dide û tewdîran hildide.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.