Necmedîn Kerîm: Kerkûk amadeye deng ji bo referandoma herêmê bide

Necmedîn Kerîm: Kerkûk amadeye deng ji bo referandoma herêmê bide

Waar–Duhok:

Parêzgarê Kerkûkê ragîhand; eger herêma Kurdistanê bixwaze nûnerê Kerkûkê jî di lijna referandomê da hebe, Kerkûk amadeye deng bo referandoma herêmê bide.

Necmedîn Kerîm parêzgarê Kerkûkê îro di prês konferansekê da got: eger herêma Kurdistanê bixwaze nûnerê Kerkûkê di lijneya referandomê da hebe, ew amadene karê pêdvî biken û di referandomê da xelkê Kerkûkê deng li ser vegerandina ser herêmê bidin.

Li dorî Alayê Kurdistanê jî got: Ala bi çi rengan li Kerkûkê na yê xwar û hikûmeta Îraqê jî eger ya nerazî be, bila li dadgeha federal skalayê tomar bike.

Li gorî zanyarîyên War, di demekî nêzîk da, şandeka hevpişka Partî û Yekîtî, bi merema danustandinê li dor referandom û serxwebûna herêmê û vegerandina Kerkûkê, dê serdana bajarê Kerkûkê bidin û digel civata parêzgehê kombin.

 

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.