Nêçîrvan Barzanî û Yan Kobîç destpêkirina gotubêjên Hewlêr û Bexda bi pêdivî dibînin

Nêçîrvan Barzanî û Yan Kobîç destpêkirina gotubêjên Hewlêr û Bexda bi pêdivî dibînin

WAAR_Duhok:

Serokwezîrên Herêma Kurdistanê îro di gel hinartîyê taybetê Neteweyên Yekgirtî ji bo karûbarên Îraqê civîya û çarekirina alozîyên Hewlêrê û Bexdayê gotubêj kirin.
Nêçîrvan Barzanî serok wezîrên Herêma Kurdistanê îro pêşwazî li Yan Kobîç hinartîyê taybetê Neteweyên Yekgirtî ji bo karûbarên Îraqê kir û herdu alîyan alozîyên navbera Hewlêrê û Bexdayê û rêyên çarekirina wan alozîyan gotubê  kirin.
Nêçîrvan Barzanî û Yan Kobîç dupatî li pêdivîya bi dawî anîna alozîyan li deverên Kurdistanî kir û tekez kir divê dest bi dîyalogeka ciddî bê kirin, hevdem civaka nêvdewletî jî zemînesazîyê ji bo wê dîyalogê dirust bike.
Ji alîyê xweve Nêçîrvan Barzanî dupat kir ku dîyalog rêçareya yekaneye, berhevîya hikumeta Herêmê jî bo destpêkirina gotûbêjan ji bo çareya giriftên di gel Bexdayê dîyarkir.
Serokwezîrên Herêmê û hinartîyê Neteweyên Yekgirtî, zêdebarî peywendîyên Hewlêr û Bexdayê, rewşa deverê jî bas kirin.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.