Nêçîrvan Barzanî û şandeke bilind yê Hîndîstanê civiyan

Nêçîrvan Barzanî û şandeke bilind yê Hîndîstanê civiyan

WAAR_Duhok:

Serok Nêçîrvan Barzanî  li Hewlêrê li civîneke li gel birêz Vêrmavalî Moralî Deharan Wezîrê Dewleta Hîndîstanê ya ji bo Karubarê Derve û Parlemen û şandekî li gel da, bi kurtî di derbarê qonaxa derbasbûyî û niha ya navçeyê, rewşa destê karê Hîndî li Herêma Kurdistanê û peywendiyên Hewlêr û Bexda û hebûna jîngeh û yasaya baş ya ji bo veberhênerên biyanî li Herêma Kurdistanê pêşkêş kir.

Ji aliyê xwe ve birêz Deharan pîrozbahiya destbikarbûnê li Serok Nêçîrvan Barzanî kir û silavên rêzdar Serok û Serok Wezîrên Hîndîstanê gihand. Her wiha pêzanînên welatê xwe ji bo qurbanîdana gelê Kurdistanê li şerê dijî terorê û xwesta welatê wan ya ji bo berev pêşvebirina peywendiyên li gel Iraq û Herêma Kurdistanê dûpat kir.

Guftûgo kirina girîngiya hebûna geşta raste rast ya asmanî li navbera Herêma Kurdistan û Hîndîstanê, karê hevbeş ji bo ji navbirina terorê, diyarkirina warên karê hevbeş li kertên cûda cûda de, rewşa destê karê Hindî û hevkariya Herêma Kurdistanê ji bo wan, her wiha rêwresma perderakirina li ser peykerê Xandî li parka şehîd Samî Ebdulrehman li Hewlêr, aliyekî dinê civînê bû

Babetên bi vê mijarêve girêday