Nêçîrvan Barzanî û konsolê Amerîkayê civiyan

Nêçîrvan Barzanî û konsolê Amerîkayê civiyan

WAAR_Duhok:

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê li Herêma Kurdistanê Steven Fagin civiyan û behsa peywendiyên Hewlêr û Waşintonê kirin.

Îro 19.05.2019ê li Hewlêrê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û konsolê giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê Steve Fagin civiyan. Di civînê de behsa rewşa siyasî ya Iraqê bi giştî û herêma Kurdistanê jî bi taybetî û pêngavên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê hate kirin. Vê derbarê de serokwezîrê herêma Kurdistanê kurteyek derbarê rêkeftina aliyên siyasî yên herêma Kurdistanê, li ser aktîf kirina saziya herêma Kurdistanê û pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê pêşkeş kir.

Gotûbêj kirina pêşhateyên dawiyê yên navçeyê, rewşa naha ya Mûsilê û derdora wê, navçeyên pirsgirêk li ser heyî, herwaha pêngavên qonaxa piştî DAIŞê ên tinekirina hizr û ramana tundiyê û rêgirî kirina li serî rakirina wê ya bi hemahengiya navbera Bexda û Hewlêrê û hêzên hevpeyman, li gel bingehê ava kirina wegera koçber û penaberan bo cîhên xwe, aliyên din ên wê guftûgo û hevdîtinê bûn.

Babetên bi vê mijarêve girêday