
WAAR_Duhok:
Îro 13.11.2019ê serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê di berdewama zincîre hevdîtinên xwe yên li gel rayedarên Iraqê de, li gel serokkomarê Iraqê Berhem Salih civiya.
Nêçîrvan Barzanî û şanda li gel li gel Serokomarê Iraqê Berhem Salih civiya û li gor daxuyaniya derbarê naveroka civînê de hatiye belavkirin, rewşa siyasî û emnî ya Iraqê, peywendiyên Herêma Kurdistanê û Hikûmetea Federalî ya Iraqê gotûbêjkirin û di civînê de tekezî li ser girîngiya aramî û seqamgiriya li welatî û dabînkirina jiyaneke baştir bo hemwelatiyan kirin.