Nêçîrvan Barzanî serexweşî li parêzgarê Musilê kir

Nêçîrvan Barzanî serexweşî li parêzgarê Musilê kir

WAAR_Duhok:

Êvariya roja pêncşemê 21.03.2019ê, Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi telefonê peywendî bi Newfel Hemadî parêzgarê Mûsilê kir û  sersaxî û hevxemiya xwe û  gelê Kurdistanê bi wî gihand û bi rêya wî bi malbatên qurbaniyan gihandin ku êvariya roja pêncşemê li Mûsilê ji ber binavbûna gemiyeka geştiyarî di Çemê Dicleyê da bi dehan kesan jiyana xwe ji dest da.

Di wê peywendiya telefonî da, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, ji bo alîkarîkirina lêqewmiyan û çareserkirina birîndaran û her mihtaciyeka din, berheviya hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşan da û got ku  waliyê Duhok û waliyê Hewlêrê hatîne raspartin ku alîkariya xelkê Mûsilê bikin.

Parêzgarê Mûsilê sipasiya hevxemî û lêpirsîna Nêçîrvan Barzanî û hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku wî bi xwe û bi rêya wî wezîrê navxwe yê hikûmeta Herêma Kurdistanê û her du waliyên Hewlêr û Duhokê  berheviya Herêma Kurdistanê ya ji bo hevkarîkirina lêqewmiyên bûyerê nîşan daye û got ku her ev yek ji Serokwezîr û Herêma Kurdistanê dihat çaverêkirin.

Babetên bi vê mijarêve girêday