Nêçîrvan Barzanî seredana cihê erdhejê li Derbendîxan kir

Nêçîrvan Barzanî seredana cihê erdhejê li Derbendîxan kir

 

WAAR_Duhok:

Serokwezîrên herêma Kurdistanê îro bi seredanekê gehişte derbendîxan ji bo  haydarbûnê li ser rewşa deverê ku berî du şevan erdhejeka bihêz lêdaye.
Îro serê sibehê Nêçîrvan Barzanî serokê wezîran û Qubad Talebanî cêgrê serokê wezîran di gel her hejmareka wezîran seredana qeza Derbendîxan li Silêmanîyê kirin, bi armanca ji nêz  haydarbûnê li ser rewşa wî bajarî piştî berî du şevan erdhejeka bi hêza 7.2 lêday.
Seredana Nêçîrvan Barzanî û şandê civata wezîran jibo armanca alîkarîya welatîyên rastî bûyera erdhejê hatin, di gel gehiştinê jî, her rast di gel berpirsên îdareya derbendîxan civîyan û pêdivyên deverê û mîkanizma qerebûkirinê gotûbêj kirin.
Serok û cêgirê serokê wezîran seredana wan mala jî kirîye ku di erdhejê da heriftîn.
Berî du şevan erdhejeka bihêza 7.2  li bajarê Derbendîxan dabû, bi wê sedemê heft welatîyan li herêma Kurdistanê canê xwe ji destdan û bi sedan jî brîndar bûn.

 

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.