Nêçîrvan Barzanî: Pêwîste ji bo referandoma herêmê civaka Navdewletî alîkarîyê bike

Nêçîrvan Barzanî: Pêwîste ji bo referandoma herêmê civaka Navdewletî alîkarîyê bike

 

Waar–Duhok:

Serok wezîrên herêma Kurdistanê di çarçovê kombûna digel wezîrê derve yê Almanya da ragîhand; xelk û hikûmet û alîyên sîyasî yên herêmê, naxwazin bi tundutîjî mafên xwe bidest bixin, lewra pêdvîye di pirsa referandomê da, civaka Navdewletî alîkar be.

Li gorî malpera hikûmeta herêmê,îro serê sibê Nêçîrvan Barzanî serok wezîrên herêmê, pêşwazî li Zîgmar Gabiryêl wezîrê derve yê Almanya û şandeka digel da kirîye û wezîrê Almanî, pesna bihevre jîyana olî û Neteweyî li herêmê kir û spasîya xelk û hikûmeta herêmê di pêşwazîya wê hijmara mezina awareyan da kir û berdewamîya alîkarîyên serbazî û mirovî yên welatê xwe jî bo herêmê piştrast kir.

Wezîrê derve yê Almanya got jî: ew hêvî xwazin ji hemû alîyan ve peywendîyên xwe digel herêmê pêşve bibin û derbarê peywendîyên herêm û Bexda got: ji bo çarekirina pirsên pêwîstî dîyalog û danustandin bi nemayên serekî bin, serok wezîrên herêmê jî got: ji alîyê serbazî ve herêm û Bexda peywendîyên bihêz hene, lê ji aêîyê din ve çi danustandinên rijd nebûne û daxwaz kir di vê derbarê da civaka Navdewletî rolê xwe bibîne.

 

Derbarê referandoma serxwebûna herêmê jî, Nêçîrvan Barzanî dîyar kir, referandom mafekê xwezayî ya gelê meye, lê xelk û hikûmet û alîyên sîyasî yên herêmê, naxwazin bi tundutîjî wî mafî bidest xwe ve bînin, lewra pêwîste di pirsa referandomê da, civaka Navdewletî alîkar be.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *