Nêçîrvan Barzanî: Newroz cejna vejandina gîyanê nîştîman perwerîyê ye

Nêçîrvan Barzanî: Newroz cejna vejandina gîyanê nîştîman perwerîyê ye

 

Waar–Duhok:

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê peyamek bi helkefta cejna Newrozê û ser sala nû ya Kurdî pêşkêş kir û têda ragîhand: Newroz Cejna vejandina bi hêzbûna gîyanê Niştîmanî yê Netewa Kurd û hemî gelê Kurdistanê ye.

Nêçîrvan Barzanî , serok wezîrên herêma Kurdistanê di peyama xwe ya pîroz kirina Cejna Newrozê da, pîrozbahî li malbatên ser bilindên şehîdan kir û ragîhand: bi xun û qaremanîya wan şehîdan, niha Kurdistan ya Cejna serkeftinê û jinavbirina Daişê digere. Herwesa pîrozbahî li pêşmergeyên qareman û hêzên asayîş û navxwe û xwebexşan jî kir ewên seqamgirîya Kurdistanê parast. Dîsan li fermanberên Kurdistanê jî pîroz kir ewên xweragirîya wan, hêz daye gel û hikûmeta herêmê.

Di peyamê da hatîye jî: Newroz roja nûbûna gîyanê Niştîman perwerîya Kurdîye, ji berku xwerist nû dibe, lewra Newroz bo Kurd û Kurdistanê Cejna nûbûnê ye.

Barzanîyê serok wezîr aşkere jî kir: îradeya xelkê Kurdistanê û karkirina berdewam ya hikûmeta herêmê sexmeratî rêxistina karubarên hikûmetê û pişikdarîkirin li gel sazîyên Navdewletî, hêvîyeka bihêze ji bo bi dawî anîna qeyran û pirsgirêkan.

Serokê hikûmetê di peyama xwe da hêvî xwestin xelkê herêmê dostayetî û xweş vîyana xwe li hemberî xweristê ciwanê Kurdistanê nîşan bidin û paqijîya jîngehê bilind ragirin.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *