Nêçîrvan Barzanî: Na vegerîn sîstemê şkestî yê Îraqê

Nêçîrvan Barzanî: Na vegerîn sîstemê şkestî yê Îraqê

WAAR_Duhok:

Serokwezîrên Herêma Kurdistanê ragihand; Sîstemê niha yê Îraqê şkestin anîye û Kurdistan venagere wî sîstemî.
Nêçîrvan Barzanî Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li balyozê Almanya li Îraqê kir û di civinekê de rewşa berî û piştî referandoma serxwebûna Kurdistanê gotubêj kirin.

Balyozê Almanya berhevîya welatê xwe ji bo navbeyinkarîya Hewlêr û Bexdayê kir û daxwaz kir hemû babet bi dîyalog bên çarekirin.
Ji alîyê xweve Nêçîrvan Barzanî behis li wan sedeman kir yên bûyîne sedemên dana biryara referandomê û tekez kir; Sîstemê niha Îraq li ser diçe şkestin anîye û Kurdistan venagere wî sîstemî û got jî; Pêdivîye hizir di rengekê nû yê peywendîyan di gel Bexda bê kirin.
Serokwezîrî amadeya Kurdistanê ji bo destipêkirina danûstandinên rijd û bêy merc di gel Bexdayê nîşanda bi rengekî ku seqamgîrî û aştî bi dûv da bê û paşeroja nifşê bê msuger bike, di vê derbarê jî da, rolê civaka nêvdewletî bi giring navkir.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.