Nêçîrvan Barzanî li gel Wezareta Pêşmergey dicive

Nêçîrvan Barzanî li gel Wezareta Pêşmergey dicive

WAAR_Duhok:

Serokê Herêma Kurdistanê îro li gel wezareta Pêşmergey komdibe û proseya çaksazî û yekxistina hêzên wezaretê gotûbêj dike.
Peyamnêrê WAARê li Hewlêrê ragehand: Îro Nêçîrvan Barzanî serokê Herêma Kurdistanê dê li dîwana serokatîya Herêmê li gel wezîrê Pêşmergey û fermandarîyên herdu yekeyên 70ê û 80ê yên wezareta Pêşmergey kom bibe û gotûbêja proseya yekxistina hêzên wezaretê bike.
Serok Nêçîrvan Barzanî di rêwresmên sûnd xwarnê da wek serokê Herêmê ragihand bû, karê wî yê destpêkî dê yekxistina wezareta Pêşmergey û pêkanîna hêzeka niştîmanî be.
Ev duyem kombûna serok Nêçîrvan Barzanî ye li gel wezareta Pêşmergey ku armanc jê serxistina projê çaksazîyan û yekxistina hemû hêzên wezaretê ye.

Babetên bi vê mijarêve girêday