Nêçîrvan Barzanî li gel Macron civiya

Nêçîrvan Barzanî li gel Macron civiya

WAAR_Duhok:

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, piştî hevdîtina li gel Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron a li Koşka Elysee, amaje bi wê yekê kir hevdîtina wan gelek serkeftî derbas bûye û diyar kir ku wan Macron bo Herêma Kurdistanê vexwendine.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li ser vexwendineke fermî îro serdana Fransayê kir û li Koşka  Elysee ya li Parîsê, li gel Serokomarê wî welatî Emmanuel Macron hevdîtinek pêk anî.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, Wezîrê Navxwe yê Berê yê Herêma Kurdistanê Kerîm Şingalî, Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa û  Nûnerê Herêma Kurdistanê yê li Fransayê Elî Dolemêrî di şanda li gel Nêçîrvan Barzanî de cih girtin.

Serokê Herêma Kurdistanê, piştî hevdîtina li gel Macron, got ku wan hevdîtinek serkeftî encam dan.

Nêçîrvan Barzanî got, “Serok Macron piştî referandûmê di vekirina rêyên dîplomatîk ên li pêşiya Herêma Kurdistanê de roleke girîng leyîst. Ew li gor wê demê gaveke gelekî mezin bû. Bi saya wan hewldanan di hin kêşeyên li gel Bexdayê me rêyên çareseriyê dîtin.”

Nêçîrvan Barzanî diyar kir piştî ku weke Serokê Herêma kurdistanê hat hilbijartin, ji aliyê Koşka Elyseeyê ve hat vexwendin û got, “Ji bo alîkariya wan a di çareserkirina kêşeyên li gel Bexdayê û piştevaniya di şerê li dijî DAIŞê û alîkariya bo awareyên li Kurdistanê, me careke din sipasiyên xwe pêşkêşî Serok Macron û Hikûmeta Fransayê kir. Di civînê de pêşvebirina pêwendiyên di navbera Kurdistan û Fransayê de jî hatin gotûbêjkirin û me biryar da ku têkiliyên siyasî û aborî yên di navbera herdu aliyan de bên bihêzkirin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser pirsa nûçegihana Rûdawê Ala Şalî ya, ‘We got me biryar da pêwendiyên li gel Fransayê bên bihêzkirin. Dikarin vê yekê hinekî zelal bikin?’ got, “Me behsa rola erênî ya Fransayê kir ku di demên bihurî de lîstibû. Em jî dixwazin li ser bingeha dostaniyê pêwendiyên siyasî, aborî û yên di warên de pêş bixin.”

Nêçîrvan Barzanî aşkere kir ku wan Serokê Fransayê Macron vexwend bo Kurdistanê û wî jî ev vexwendin bi erênî pêşwazî kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî diyar jî kir ku Emmanuel Macron bi boneya pêkhatina Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîrozbahî û kêfxweşiya xwe aniye ziman.

Babetên bi vê mijarêve girêday