Nêçîrvan Barzanî : Kevirê bingehîn ê şeqama 150 metreyî li Hewlêrê dana

Nêçîrvan Barzanî : Kevirê bingehîn ê şeqama 150 metreyî li Hewlêrê dana

WAAR_Duhok:

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê ragehand, ku gel û hikûmeta herêma Kurdistanê rojên giran êdî derbas dikin.

Îro Çarşembî 26ê Îlona 2018ê demjimêr 10:00ê sibehî projeya çêkirina rêya 150 metrî ya Hewlêrê bi fermî hat ragihandin. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tevî çend wezîrên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hejmarek ji konsulên welatan ên li Kurdistanê di merasîma destpêkirina projeyê de beşdar bûn.

Nêçîrvan Barzanî di vê merasîmê de bi awaykê fermî kevirê bingehîn ê projeya stratejîk a rêya 150 metrî ya Hewlêrê danî û destpêkirina karê çêkirina vê rêyê bi fermî ragihand.

Nêçîrvan Barzanî di gotara xwe ya li merasîmê de ragehand, projeya 150 metreyî ya Hewlêrê, ‘’Pir giringe. Ne tenê ji bo Hewlêrê, ji bo hemû wan tevger û hatûçûnên di Hewlêrê re derbas dibin re giring e.’’

Nêçîrvan Barzanî amaje bi giringiya stratejik bûna Hewlêrê kir û got: ‘’Hewlêr li ser rêya bazirganiyê ye û rêya bazirganiya hatûçûna di navbera welatên Iraq, Îran, Sûriye û Tirkiyê ye.’’

Herwaha Barzanî behsa projeya nû ya Hêmin Grub kir, ku li gel çêkirina şeqama 150 metreyî ya Hewlêrê, şeqamekî du şerîdî li Hewlêrê ve bo gundê Gopal dê çêbikin, ku dê bibe rêya serekî ya di navbera Hewlêr û Duhokê.

Nêçîrvan Barzanî di beşek din ê gotara xwe de spasiya xwe û bi navê hikûmetê jî spasiya Xalid Xoşnaw kir, ku hemû wan projeyên şeqama 120 metreyî, 150 metreyî û şeqama Hewlêr – gundê Gopalê bi deyn ango qer çêdike.

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê amaje bi hewldanên nehezên Kurdistanê kir ku bo rêgirtina li pêşketina Kurdistanê, ‘’birîna budce û şerê DAIŞê û terorê di berxwe de çênebûn. Dijatî kirineke bi bername û hatî plan kirin ve ew hemû pêkhatin.’’

Nêçîrvan Barzanî got, bi zîrekiya Pêşmerge û berxwedana gelê Kurdistanê ve, Kurdistanê xwe li hember hemû fişaran girt. Ti hikûmeteke cîhanê 5 salan li hember vê yekê nikare berxwe bide.

Barzanî got: ‘’Vaye rojên giran êdî derbas dibin’’ û piştî başbûna rewşa aboriya Kurdistanê jî hikûmetê dest bi xizmetê, ava kirine û pêşxistina Kurdistanê kir.

Dirêjahiya wê rêyê 70 kîlometre ye, ku 42 kîlometran ji rêya 120 metrî ya li dora bajarê Hewlêrê mezintir e, herwiha rêyeke pêncsayd e anku 5 alî ye û her aliyekê rê 14 metran pan e.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.