Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê pêwîstî bi hêzeke niştimanî heye

Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê pêwîstî bi hêzeke niştimanî heye

WAAR_Duhok:

Serokê herêma Kurdistanê ragehand, nabe hêzên Pêşmerge hêzên partiyan be, divê hêzeke yekgirtî ya Kurdistanî ya bihêz û şidyayî û bi rêzkarî ango disîplîna hemdemî ve bê bi bingeh kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî îro pişikdarî di merasima derçûna hejmarek ji efserên Pêşmerge yên xûla 26an a Akademiya Leşkerî ya Zaxoyê de kir û gotarek pêşkêş kir.

Nêçîrvan Barzanî di gotara xwe de tekezî li ser damezrandina hêzeke hevbeş û yekgirtî li Herêma Kurdistanê û encamdana reforman li nav Wezareta Pêşmerge  kir û ragihand: “Herêma Kurdistanê pêwîstiya wê bo hêzeke çekdar a niştimanî ya xwedî dîsîplîn û prensîpa pêşkevtî heye. Hêza yekgirtî, xwedî bîr û baweriyên niştimanî di ser hemû mebestên siyasî, partayetî û netewî, olî û mezhebî re be. Hêzek ku li ser bingehên mirovî û rêkeftinên navdewletî yên taybet bi şer be.”

Di beşeke din a axavtina xwe de, Serokê Herêma Kurdistanê pêşmerge weke sembola berxwedan û wêrakiyê bi nav kir û got: “Pêşmerge û tevahiya hêzên çekdarên Kurdistanê, hêzên xwedî moral û aştîxwaz û jiyandost in. Hûn xwediyê vê bîr û baweriyê ne. Pêşmerge ku li cîhanê weke sembola îrade û berevaniya li azadî, şaristaniyet û mirovahiyê hatiye naskirin, xwedî paşxaneeke wisa ye ji bîr û bawer û nirxên mirovahiyê.”

Nêçîrvan Barzanî, di beşeke din a gotara xwe de Hêzên Pêşmerge weke “mertalek ji bo man û parastina gelê Kurd û Kurdista”nê bi nav kir û got: “Hûn, tevî hemû efser û pêşmerge û karmendên Hêzên Çekdarên Kurdistanê, mertala hertimî ya vî niştimanî e, ku di amadebaşiyê de bûne bo berevanîkirina li hebûn û mafên gelê xwe. Bîr û baweriyên niştimanî û nirxê bilind ê mirovahiyê , bingeha serekî ya hzirkirin û şêwaza wan reftaran e.”

Serokê Herêma Kurdistanê da xuyakirin, ku nabe Hêza Pêşmerge hêza partî, alî û grûpan be û ji hemû rikeberiyên navxweyî dûr be û neba ji bo yekalîkirina pirsgirêkên siyasî bê bikaranîn. Bi gotina Nêçîrvan Barzanî, dive Hêza Pêşmerge pabend û dilsozê Kurdistanê û gelê Kurdistanê be û nabe ku bi xwe qebûl bike ku pêşmergeyên partiyan û aliyan be. Pêşmerge divê destkevtên gelê Kurdistanê biparêze.

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 12.11.2019ê beşdarî 26.mîn dewreya perwerdeya akademiya leşkerî ya Zaxoyê bû û gotarek pêşkeş kir.  Û diyar kir, Akademî cîhê serbilindiyê ye û Pêşmerge jî hêzeke xwedî moral û aştîxwaz û dostê jiyanê ye û dewreya perwerdê û gehandinê jî wek pêwîstiyekî giring bo efseran pênase kir.

Herwaha diyar kir, erkê Pêşmergetî li erkê herî pîroz ê Kurdistanê ye ‘’Hûn li hêzên Pêşmerge û hêzên din berdewam di asta bendewariya gel de bûn, DAIŞê we şikand û ev belgeya herî mezin e ku Kurdistan berdewam bi we serbilind e.’’

Herwaha pêwîst zanî ku Pêşmerge hêzekî li ser bingehên mirovî hatibe rêxistin kirin û li gor rêkeftinên taybet derbarê şer de hatine kirin be. ‘’Nabe Pêşmerge hêza partî û alî û gruban be. Divê Pêşmerge dûr be ji nakokî û milmilaneyên navxwe û bo çemkên siyasî û pirsgirêkên siyasî bi ti awayekî nabe hêza Pêşmergeyên Kurdistanê bikarbê.’’

Herwaha got, divê Pêşmerge bixwe jî qebûl neke Pêşmergeyê partî û aliyan be. Ji ber Pêşmergeyê Kurdistanê û destkewtên vî gelî be û hêzek be di asta bersiv dana hemû metirsiyên li ser Kurdistanê be.

 

Babetên bi vê mijarêve girêday