Nêçîrvan Barzanî: Herêm dixwaze peywendîyên xwe di gel Bengladşê da pêşve bibe

Nêçîrvan Barzanî: Herêm dixwaze peywendîyên xwe di gel Bengladşê da pêşve bibe

WAAR_Duhok

Serokwezîrên Herêma Kurdistanê ragihand; Hikumeta Herêmê dixwaze peywendîyên xwe di gel welatê Bengladşê da pêşve bibe
Nêçîrvan Barzanî îro pêşwazî li Ebu Mmeqsûd Furhad balyozê Bengladşê li Îraqê kir; Di hevdîtnekê da balyozê Bengladşê behsa revenda Bengladşê li Îraqê û Herêma Kurdistanê kir û got: Ji bo baştir bi rêveçûna karên wan û herwesa bo ptir pêşvebirina peywendîyan ew bi nîyazin nvêsîngeheka balyozxaneya welatê xwe li Hewlêrê vebiken.
Ji alîyê xweve Nêçîrvan Barzanî spasîyên xwe arastey serokwezîra Bengladşê kir û dupatkir ku hikumeta Herêma Kurdistanê dixwaze peywendîyên xwe di gel Bengladşê da pêşvebibe.
Ji alîyekê din ve herdu alîyan, hemahengîya di navbera Herêma Kurdistanê û Bengladşê da di warên kar û pîşesazî û avedankirinê da gotûbêj kirin.

 

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.