Nêçîrvan Barzanî: Divê PDK bi hêzeke xurt li Bexdayê amade be

Nêçîrvan Barzanî: Divê PDK bi hêzeke xurt li Bexdayê amade be

WAAR_Duhok:

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li bangeşeya Partiya Demokrata Kurdistanê(PDK) axift û got,” divê PDK bi hêzeke xurt li Bexdayê amade be”.

Barzanî berî axiftinê xwest ku namzet werin ser dikê û piştî wê dest biaxiftinê kir.

Tiştên sereke ji axiftina Barzanî wiha ne:

  • PDK dixwaze bi hêzeke xurt li Bexdayê amade be.
  • PDK çawa li xebat û şoreş bi dilêrî li xak û gelê Kurdistanê kiribe, li ser maseya gotûbêjan jî destkeftiyên mezin bi dest xistine.
  • PDK ti carî saziş li ser mafê herêma Kurdistanê nekiriye û dê ti carî nake.
  • PDK li ser rêya Barzaniyê nemir, ticarî dest ji parastina Kurdistanê bernade.
  • PDK naxwaze rojekê şer li Kurdistanê bibîne.
  • Eger di bûyerên dawî de ne ji PDK bûya,kesî nedizanî dê çi bi serê Herêma Kurdistanê bihata.
  • Heta Iraq mafê pêkhateyan li ber çavan negire, dê bi ser nekeve.
  • PDK hêza yekem a Kurdistanê ye û dê her wiha bimîne.
  • Yek serkirdeyê me heye û di bin alaya wî serkirdeyî de em ji bo bidestxisitna mafê gelê Kurdistanê dixebitin.
  • Em ji bo bidestxistina mafên gelê Kurdistanê dixebitin.
  • PDK li ser cîbcîrkirina tevahiya destûrê dixebite, nexasim madeya 140î.
  • Giranî û xurtiya PDKê û Cenabê serok Barzanî di asta Iraqê de ji sala 2003an û heta niha wiha kiriye ku hesabekî mezin Jê re werin kirin.
  • Ne ji Serok (Mesûd)Barzanî bûya, mafên heyî yên kurdan dê di destûrê de nehatina qebûlkirin.
  • Yek deng ji bo me giring e û dixwazim ku deng bidin PDKê.
  • Dizanim gilî û kêşe hene lê ev roj ne ew roj e ku behsa wan bikin.
  • Ez tika dikim ku her kes biçe ser sindoqan û yek deng vala neçe.
  • Pêkvejiyana pêkhateyan stratejiya PDKê ye.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.