Nêçîrvan Barzanî digel Serokwezîrê Holandayê dicive

Nêçîrvan Barzanî digel Serokwezîrê Holandayê dicive

WAAR_Duhok:

Serokwezîrên Herêma Kurdistanê îro bi seredanekê gehişt welatê Holendayê û dê di gel serokwezîrên wî welatî  kombibe.
Piştî ku duh di rê û resmên sondxwarina Recep Teyîp Erdogan serokê Tirkiyê da pişikdarî kirî, îro Nêçîrvan Barzanî bi seredanekê çû Holendayê û her îro dê digel serokwezîrên wî wlatî da çendîn pirsên giring gotûbîj bike.
Li gorî daxuyaniya malpera fermî ya hikûmeta Holandayê, îro Sêşem (10-07-2018) Serokwezîrê Holandayê Mark Rûtte dê pêşwaziya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî bike.
Li gorî daxuyaniyê dê herdu serokwezîr li ser çend mijarekî gotûbêjan bikin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin: “Di hevdîtinê de herdu serokwezîr dê mijara koçberan, şerê li dijî DAIŞê, aramî û ewlekariya Herêma Kurdistanê, hemahengiya li ser ewlekariya sînoran guftûgo bikin.”

Herwiha hatiye ragihandin, ku mijara çandinî jî dê rojeveke din ê hevdîtinê be.

 

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.