Nêçîrvan Barzanî digel berpirsên parêzgeha Duhokê kombû

Nêçîrvan Barzanî digel berpirsên parêzgeha Duhokê kombû

 

Waar–Duhok:

Nêçîrvan Barzanî, serokê hikûmeta herêma Kurdistanê serdana parêzgeha Duhokê kir û di gel parêzgarê Duhokê û deverdar û rêveberên giştî li parêzgehê kombû û tê çaverêkirin baregeha avahîya dadgeha Duhokê jî veke.

Îro saet 9ê serê sibê, Nêçîrvan Barzanî bi serokayetîya şandeka hikûmetê ku ji Kerîm Şingalî, wezîrê navxwe, Elî Sindî, wezîrê plan dananê, Newroz Mewlûd, wezîra bajêrvanî û geştîyarî û Raber Seyid, birîkarê wezareta darayî û Sefîn Dizeyî, peyvdarê hikûmeta herêmê û dîsan Dilşad Şehab, şîretkarê serokê hikûmetê, pêkhatine, di gel parêzgarê Duhokê û rêveberên giştî û deverdaran kombû.

Li gorî zanyarîyên War çend pirsên giring derbarê qeyrana darayî û koçberan û şerê dijî Daişê û qonaxa piştî Daişê hatine gutubêj kirin.

Her dîsan berpirsên hikumî yên parêzgeha Duhokê daxwazî û gazindeyên xelkê parêzgehê di hemû warên jîyanê da danane ber destê serokê hikûmetê.

Zanyarîyên War dîyar dikin; heta sibê jî Nêçîrvan Barzanî dê li Duhokê bimîne û pişikdarîyê di vekirina çend projeyan da li sînorê parêzgeha Duhokê bike.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.