Nêçîrvan Barzanî: Dê zîyanvêketîyên erdhejê bên qerebûkirin

Nêçîrvan Barzanî: Dê zîyanvêketîyên erdhejê bên qerebûkirin

WAAR_Duhok:

Serokwezîrê herêma Kurdistanê ragihand; Budceyek ji bo parêzgeha Silêmanîyê hatîye terxankirin û dê qerebûya xelkê zîyanvêketî bê kirin.
Nêçîrvan Barzanî serokê civata wezîran û Qubad Talebanî cêgirê wî îro sibehê di gel jimareka wezîran seredana qeza Derbendîxan li Silêmanîyê kirin, ji nêz ve haydarî rewşa wî bajarî bûn ku berîya du şevan erdhejeka bi hêza 7.2 pile lêday.
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di prês konferansekî de serexweşî li kesûkarên qorbanîyên derbendîxan û bajarên din yên herêm û rojhelata Kurdistanê kir û ragihand; Ew di gel rêveberê bendava derbendîxan civîyane û piştrast bûne ku ti metrisîya heriftinê li ser bendavê nîne û wan peywendî bi yekîtîya Ewropa jî kirîye û biryare lijneyekê ji bo nûjenkirina Bendavê bihinêrn.
Got jî: Budceyek ji bo parêzgeha Silêmanîyê hatîye terxan kirin û piştî diyarkirina zîyanan ji alîyê lijneya serperşit ve, dê qerebûya xelkê zîyanvêketî bê kirin.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.