Nêçîrvan Barzanî: Bandora pirsgirêkên Îraqê li ser Herêma Kurdistanê jî heye

Nêçîrvan Barzanî: Bandora pirsgirêkên Îraqê li ser Herêma Kurdistanê jî heye

WAAR_Duhok:

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di dîbeyta roja yekem a karên Hevdîtina MERI 2019 de li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê ragihand, dawakarî xwepêşanderên Iraqê rewa ne, xelkê Iraqê westiya ne, soz ji wan ra hatine dayîn û nehatine cibicîkirin. Herwiha Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku divê ew jî dersê ji rûdawên li Bexdayê werbigirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got: “Civîna me ya îro bi beşdariya Serokomar Berhem Salih û hemû aliyên siyasî, li ser rewşa ku niha li Bexdayê heye bû. Me ew rewş nirxand. Em ne bêbeş in û nikarin xwe ji tiştê li Bexdayê rû dide bêbeş bizanin, bi awayekî ji awayan bandora wê li ser Herêma Kurdistanê jî heye. Em daxwaza xwepêşanderan bi rewa dizanin. Divê em bizanin jî ku tenê serokwezîr jî ne berpisyar e. Koma sîstema siyasî ya Iraqê berpirsyar e. Serokwezîr salek e desthilat wergirtiye, koçana sihrî di destê wî de nîn e, ku hemû pirsgirêkan çareser bike. Divê demeke zêde jê re were dayîn. Lê xelk ji sîstema siyasî ya pişkpişkiya partîtî westiyane.”

Herwiha Barzaî ragihand ku Herêma Kurdistanê ji rewşa niha ya Bexdayê nîgerane û got:” Ev yekem car e, Herêma Kurdistanê ji rewşa niha ya Bexdayê û navçeyên din bi cidî nîgeran e. Îro me bi firehî ew pirs guftûgo kir. Me tekez kir jî, em amade ne bo çareserkirina pirsgirêkan li ser bingeha destûrê, hevkariya Bexdayê bikin.

Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de ragihand, “Pêwendiya telefonî di navbera min û general Mezlûm Ebdî de hebû û piştî pêwendiyê, min daxwaza wî gihand Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov.”

Barzanî derbarê operasyona Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê jî kir û got: “Heger em behsa niha bikin, pêwîst e em hinekî li paş vegerin, mixabin, pêwîst e em kurd dîrokê bi hûrî bixwînin, bo jê fêr bibin, divê em ji şaşîtiyên xwe sûdê werbigirin. Ji destpêkê ve ez di nava wê pirsê de bûm, destpêkê pirsgirêka Tirkiyê ne bi kurdên Sûriyê re bû, pirsgirêk bi PKKê re bû. Tirkiyê digot, em qebûl nakin alên PKKê li sînorê xwe bibînin. Me jî her dem bi kurdên Sûriyê re digot, ev xetereyeke mezin e. Daxwaza me ji partiyên wê derê ew e, xwe ji PKKê cuda bikin. Mixabin, mezitirîn pirsgirêk ew e, PKKê hewl da rewatiya xwe bi riya kurdên Sûriyê re werbigire, di encamê de jî ev bela bi serê kurdan de hatiye, ji encama siyaseta şaş a hatiye kirin de bû.”

Barzanî behsa axaftina xwe ya ligel Fermandarê HSDê Mazlûm Ebdî jî kir û got: “Çendîn car min pêwendiya telefonî bi general Mezlûm re kir û min ew dît jî. Dema Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov hatiye Hewlêrê, min jê daxwaz kir ku hewla çareseriyeke aştiyane bi Şamê re danin, çareseriyek ku bikare pirsgirêka kurd di hundirê Sûriyê de çareser bike.”

Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî, amaje bi wê da, Amerîka, Hevpeymaniya Navdewletî û Ewropa roleke sereke û alîkariyeke baş kir di şerê li dijî DAIŞê de, lê siyaseta wê li Sûriyê ne zelal e. Divê krîza Sûriyê bi aştiyane bê çareserkirin.  Ji hêzên bi artêşa Tirkiyê re hatine gelekî nîgeran in, ji ber ku ew hêz li Efrînê karên gelekî xirap dikin, em nîgeran in ku kiryarên xirap careke din dubare bibin. Herêma Kurdistanê gelekî ji hatina koçberan nîgeran e, ji ber ku koçberan baregekî mezin daniye ser milê Herêma Kurdistanê. Herwiha em gelekî ji pirsa DAIŞê nîgeran in, ji ber ku hîna hizra DAIŞê heye û têk neçûye. Her tiştê ji destê me bê bo kêmkirina êş û azara kurdên Sûriyê, em dikin. Lê berpirsatiya me, Herêma Kurdistana Iraqê ye, em destêwerdana di karûbarê ti dewletekê de çi Sûriye, Tirkiye û Îranê de nakin. Em dikarin bibin fakterekî alîkar bo çareserkirina rewşa wan.”

 

Nêçîrvan Barzanî behsa nakokiyên PYD- ENKSê jî kir û got: “Daxwaza me ew e, herdu alî PYD û ENKS yekgirtû û yekhelwest bin, divê ew bi hev re kar bikin, heger bi hev re bin, ew dikarin hem bi Sûriyê re û hem di nivîsîna destûr de jî dikarin destkeftên baş bidest bixin.

Babetên bi vê mijarêve girêday