Neciba Necib: her ji vê mehê dê mûçeyên ferman berên herêmê di wextê xweda bên dandin

Neciba Necib: her ji vê mehê dê mûçeyên ferman berên herêmê di wextê xweda bên dandin

neciba-necib

Waar –Duhok:

Wezîrê darayî ya îraqê ragehand; hikûmeta Îraqê rezî bûye li ser şandina mûçeyên fermanberên herêma Kurdistanê, lê endama lijna darayî got: “mûçeyê pêşmergey di gel wî pareyî nîne”.

Hoşyar Zêbarî dîyar kir, hikûmeta Bexda razî bûye mûçeyên fermanberên Kurdistanê rewanebike û tekez kir, ku Hewlêr û Bexda rêkevtin li ser asaykirina rewşê û pirsa hinartina petrolê bighêjin rêkeftinê.

Ji alyê xwe ve Necîba Necîb endama lijna darayî ya civata nûnerên Îraqê bo War got: “ew geşbînîn her ji vê mehê pêda mûçeyên fermanberên herêmê li wextê xwe destpêbike û bên dan, amaje kir mûçeyê pêşmerge di gel wî pareyî nîne yê Bexda bo herêmê sişîne, lê hemû hewl tên kirin ew jî bikeve di gelda”.

Nêçîrvan Barzanî serok wezîrên herêma Kurdistanê û Adil Ebdulmehdî wezîrê petrola Îraqê li pêncşemîya bihûrî gihiştin rêkeftinê bo çareserîya prisgirêkên dinavbera Hewlêr û Bexdayê da, wek pêngava yekê jî biryar hate dan: hikûmeta federal 500 milyon dolaran bide herêmê, herwesa herêmê jî 150 hezar bermîlan bide jêr destê Bexda.

Babetên bi vê mijarêve girêday