Nadiya Murad xelatê Nobil yê aştiyê wergirt

Nadiya Murad xelatê Nobil yê aştiyê wergirt

WAAR_Duhok:

Komîteya Nobil ya Nerwîcî evro xelatê Nobil yê aştiyê bi Nadya Murad keça kurda êzdî bexşî.

Komîteya Nobil evro roja îniyê xelatê Nobil yê aştiyê bi Nadiye Murad keçe kurda êzdî û balyoza niyazpakiyê li neteweyên êkgirtî bexşî.

Herweha Dênîs Mukwêga noşdarê Kongoyî jî heman xelat wergirt.

Komîteya Nobil xelatê aştiyê jiber karê berdewam li dijî tundutîjyê bi Nadiye Murad bexşîye, piştî ji dest rêkxistina tîrorsitîya da’işê rizgar bûy.

Nadiye Murad temen 25 sale, li 2014ê li gundê Kuco kefte dest da’işê, li şuwata 2015ê rizgarbû, paş li îlona sala 2016ê wek balyoza niyazpakiyê li neteweyên êkgirtî hat destinîşan kirin.

Xelatê Nobil yê aştiyê, salane li Oslo ya paytexta Nerwîcê dihêt bexşîn, êkem car jî li sala 1901ê hatbû dan.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.