Nadal di Wimbledonê da derkete nîvfînalê

Nadal di Wimbledonê da derkete nîvfînalê

WAAR_Amed:

Di turnuvaya Wimbledonê da Rafael Nadal bi Juan Martîn del Potro ra derkete qadê û 3-2 jê bir û derkete nîvfînalê.

Di roja 9an a turnuvaya li Londraya paytextê Îngiltereyê tê lidarxistin da 2 pêşbirkên fînala çaryek a mêran hatin lîstin.

Rafael Nadalê werzişvanê ji Îspanyayê bi Juan Martin Del Potroyê werzişvanê ji Arjantînê ra lîst.

Pişbirkê 4 saet û 48 deqîqeyan dewam kir Nadal bi setên 7-5, 6-7, 4-6, 6-4 û 6-4 ji reqîbê xwe yê ji Arjantînê bir û 3-2 pêşbirk qediya. Nadal piştî vê pêşbirkê derkete nîvefînalê. Nadal ew ê di vê turê da bi Novak Djokovicê ji Sirbistanê ra derkeve hemberî hev.

Di pêşbirka fînala çaryek ya din da jî John Isnerê ji AMerîkayê bi Mîlos Raonîcê ji Kanadayê ra derkete hemberî hev û 3-1 ji reqîbê xwe bir.

Isner ew ê di pêşbirka nîvfînalê da bi Kevin Andersonê ji Efrîqaya Başûr ra bilîze.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.