Mûsil.. Pitrî 100 kesan di bûyera belemê da mrîne

Mûsil.. Pitrî 100 kesan di bûyera belemê da mrîne

WAAR_Duhok:

Fermandarîya operasyonên Mûsilê îro beyanek lidor bûyera binavbûna belemê belav kir û ragehand; pitrî 100 kesan giyanên xwe ji destdayîne.
Fermandarîya operasyonên Mûsilê dyarkirîye, ta niha pitrî 100 kesan di bûyera binavbûna belema geştyarîya Mûsilê da xendiqîne, piranîya wan jin û zarone.
Fermandarîya operasyona Mûsilê jibilî serexweşyê li malbatên qurbanîyan dupat kirîye, duvçûna wan jibo rêkarên emnî li dijî kesên xemsar û sizadana wan berdewame.
Êvarîya duhî belemeka geştyarî li gizîrteya navçeya xabatên Mûsilê binavbû, pitrî 170 kesan têda bûn, 100 kesan canê xwe ji destda û 55 jî hatîne rizgarkirin.

Babetên bi vê mijarêve girêday