
Waar–Duhok:
Hêzên Îraqê taxê Mexrib li rojavayê Mûsilê kontrol kir û dije terora Îraqê jî ragîhand; bi dehan terorîstên Daişê li wî taxî hatin kuştin.
Ferîq Ebdulemîr Yarella, fermandarê operasyona Qadîmun ya Neynewa ragîhand; pêşveçûnên hêzên Îraqî li taxê Mûsila kevin berdewame, dîsan îro jî taxê Mexrib li alîyê rastê yê bajêrê Mûsilê piştî şer û pevçûnên dijwar digel Daişê, hatîye kontrol kirin.
Li taxê Mûsila kevin nêzîkî deh rojane şerê kolan bi kolan tên kirin û serkirdeyên hêzên Îraqî dîyar dikin; dereng ketina pêşveçûnên wan ji bo parastina xelkê sivîlane.